Li Wanê xelatên 3yemin Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Gola Wanê ya di navbera 23 û 28 Îlonê de hatî lidarxistin hatin dayîn.
Organîzasyona ji aliyê saziya Şêwirmendiya Huner û Çanda Bajar ve hat lidarxistin bi dawî bû.
Festîvala bi mebesta balê bikişîne ser pirsgirêkên penaberên Rojhilata Navîn ya têmaya wê “Koç û Sînor: Jiyanên Penaberî” merasima wê li otela Elite World hat lidarxistin.
Parêzgarê Wanê Aydin Nezih Dogan, RêvebirêTurîzm û Çanda Bajar Muzaffer Aktug, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Peyamî Battal û hezkiriyên sinemayê beşdarî merasimê bûn.
11 fîlmên biyanî û cîgayî, 12 belgefîlm ji bo pêşbirkê beşdarî festîvalê bûn. Di beşa “Fîlma Sinemayê” de xelata fîlma herî baş û derhênerê herî serketî filma derhênerê wê Şamil Aliyev a binavê “Çölcü (Çolevan)” wergirt.
Di beşa belgefîlmê de jî belgefîlma Burak Yedekçî ya bi navê “Köyüm/Horiyom (Gundê Min) xelata sereke wergirt.
Belgefîlma derhênerê wê Guven Gunel ya bi navê “Taş Hurma” jî xelata jûriyê ya taybet wergirt.
Rûdaw