Filmê sînemakarê Kurd (Behmen Qubadî) ya nû li festival navdewletî a filman li Venîsiya li Napolî bi navnîşana (Sînemaya pêşkeftî) li welatê Îtalya hate hilbijartin kirinê.
Filmê “Hindek car çavê te lêbe” nûtirîn berhema sînemakarê Kurd (Behmen Qubadî) di çarçoveya komeleya filmên (çend gotinek li gel xwedawendan – Words With Gods) ji berhemanîna (Alêx Garsiya û Gilîr mo Aryêga) û bi awazdanerê mûzîkjenê navdarê Birîtanî (Pîter Gabriyêl) bi nûneratiya li Herêma Kurdistanê di nava festival navdewletî Venîsiya li Napolî bi navnîşana Sînemaya pêşkeftî li bajarê Napolî li Îtalya hate nimayîş kirinê û ji aliyê bîneran ve baş hate pêşwazî kirinê.
Ew festival bi hevkariya festival navdewletî a filman venîsya, wezareta keltorî ya Îtalya beşa ferheng a sînemaya Napolî di rojên 22-28/9/2014 li bajarê Napolî ya îtalya birêve çû.
Filîma Hindek car çavê te lêbe” li yekemîn beşariya nevdewletî bi amadebûna Qubadî roja 30/8/2014 çûye ser perdeya sînemayê û pêşwaziyek germ lê hate kirin û weku baştirîn filim di nava komek filmên hatin pêşkêş kirin hate hilbijartinê.
PUKmedia