Ji bo li cîhanê şer biqedin û peyama aştiyê were ragehandin li paytextê Taylandê Bangokê pêşbaziya şahciwanên welatan li dar dikeve. Li ser navê Kurdistanê Şahciwana Înternetê Dalya Hesen beşdar dibe. Dalya dê Herêma Kurdistanê di nav gelek weltan de temsîl bike.
Şahciwana Kurdistanê ji ber ku Ala Kurdistanê dê di nav gelek welatan de bilind bike kêfxweşiya xwe anî zimên û got ’’ Ji ber ku ez beşdarî pêşbaziyeke bo aştiya cîhanê dibim û êzê Kurdistanê temsîl bikim pir şanaz û serbilind im. Ev pêşbazî ji bo peyama aştiya cîhanê û Kurdistanê gelekî girîng e. Niha Herêma Kurdistanê mazûvaniya 2 milyon koçber û mexdûrên şer dike. Kurdistan bo van koçberan bûye stargehek. Herwiha Pêşmergeyên Kurdistanê bi DAIŞ’ê re şer dike. Bi beşdariya vê pêşbaziyê ezê derfetê bibînim ku rewşa Kurdistanê ragihînim Tayland û cîhanê’’
Niha bi rêya malperekê hevwelatî dikarin deng bidin şahciwanan û BasNews jî lînka wê malperê ji bo xwendevanên xwe belav dike daku Kurd bi vê rêyê deng bidin Şahciwana Kurdistanê ku di pêşbaziyê de nûnertiya Kurdan dike.
BasNews