Ewên ku roj kirin bi 12 demjimêr û her demjimêrek kirin bi 60 xulek û xulek kirin 60 çirke Babilî bûne, çûnkî hejmare (60) take jimareye ku bi ser gelek hejmarên dinê belav dibe.
Weku nimûne li ser 2 dabeş dibê û dike 30 xulek, li ser 3 dabeş dibê û dike 20 , li ser 4 dabeş dibê û dikê 15, bi ser 5 dike 12 û bi ser şeş jî dabeş dibê û dikê 10.
Lê belê hejmarên dinê weku 100 yan 50 li ser gelek hejmar nayên dabeş kirinê, weku nimûne 100 li ser 2 dike 50 û ew jî li ser du dibe 25 û piştre dabeş nabê, hejmara 50 jî her wisa ye.
Li sala 1793`an piştî şoreşa Fransayê, Fransiyan roj kirin 20 demjimêr û her demjimêrek jî kirin 100 xulek lê belê di sala 1805`an de (Napilyon Ponabert) ev sîstema guherî çûnkî biser neket.
Piştre jî cîhan vegeriya bo dahênana herdu feleknas (Abrexş û Kiladyos Beltîmos) û sîstema Babililyan bikar anîn û ew kirin bi cîhanî.
Xendan