Şeva sêşemê çûn û hatin li Kerkûkê hat qedexekirin û di operasyonên dezgehên ewlekariyê de 400 tawanbar hatin girtin.
Komîteya Ewlekariyê ya Kerkûkê roja sêşemê demjimêr 24:00 çûn û hatin heta 7:00 sibehê qedexe kir û hêzên polîs, asayîş û beşa operasyonên dijîtawan bajar pişkinîn û di van kontrol û pişkinînan de hejmareke zêde ya terorîst û gumanbar hatin girtin.
Di vê derbarê de Berpirsê Beşa Lêkolînê yê Asayişa Kerkûk Çeto Fazil ji BasNewsê re got: “Di vê operasyona berfireh de 400 kes hatin girtin ku hejmarek ji wan endamên rêxistina terorîst a bi navê DAÎŞ’ê ne. Ev operasyon ji bo nehiştina teror û wan kesên ku biryara girtinê li serwan heye tê encamdan.”
BasNews