Balafirên şer yên Amerîka û hevpeymanên wî welatî çekdarên DAIŞê li navçeyên ser bi nahiyeya Rebîeyê ya Mûsilê dan ber bombeyan.
Peyamnêrê Rûdawê Silêman Alîxanî ragihand: “Balafirên hevpeymaniya navdewletî ji aliyekî li DAIŞê didin û Hêzên Pêşmerge jî eniyên xwe li nava Rebîe û gundên derdora wê bihêz dikin. Li deverê liv û tevgera leşkerî heye.”
Alîxan wiha domand: “Çend çekdarekên DAIŞê di nava nexweşxaneya Rebîeyê de mabûn û bi çekên ji curê qennasê teqe dikirin. Lê balafirên şer yên Amerîkayê û Hêzên Pêşmerge li wan dan û ew bêdeng kirin.”
Li gorî jêderên Hêzên Pêşmerge, nêzîkî 100 termên çekdarên DAIŞê li Rebîe û derdora wê mane. Lê ji ber teqe û mînan hîna nikarîne wan terman veşêrin.
Hevdem çekdarên DAIŞê hinek cihên nava Rebîeyê û gundên derdora wê tije bombe kirine û niha tîmên taybet yên pêşmerge wan bombeyan pûç dikin.
Rûdaw