Grûpa Eniya Elnusra ku baskê Qaîde ye li Sûriyê 2 leşkerên libnanî yên ku dîl di destê wê de bûn, serbest berdan, herwiha DAIŞê jî leşkerekî libnanî azad kir.
Eniya Elnusra û DAIŞê duh ew 3 leşker berdan, lê hîn nediyare bê ew li gor rêkeftinekê hatine berdan yan na.
Heta niha Eniya Elnusra û DAIŞê 3 leşker ji koma her 30 leşker û polîsên ku li bajarê Irsal yê Libnanê girtibûn, kuştine.
Eniya Elnusra roja şemiyê ya borî di peyamekê de bang li Hikûmeta Libnanê kir ku derbarê mercên berdana leşker û polîsên libnanî de danûstandinan bike.
Herwiha Hizbullah tometbar kir ku nehiştiye hemû hewlên danûstandina ji bo berdana wan dîlan biserkevin.
Eniya Elnusra ji bo berdana leşkeran, xwestiye Hizbullah çekdarên xwe ji Sûriyê vekişîne û hikûmeta Libnanê jî hemû girtiyên grûpa wan serbest berde.
Rûdaw