Gêncekî Emerîkî bi navê “Jordan Matson” bi navê kod (Serdar) ji bo li dijî çekdarên DAIŞ’ê şer bike tevlî refên YPG’ê bûye. Matson di pevçûneke ku tê de 8 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin de, bi sivikî birîndar bibû.
Şervanê YPG “Serdar” Jordan Matson, ji wîlayeta Wisconsin a Emerîkayê hat, li nav refên YPG’ê li dijî çekdarên DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê têdikoş e.
Matson, behsa wê yekê dike ku beriya der heqê gelê Kurd de ew xwedî agahî bû û anî ziman ku di dema dawî de jî wî têkoşîna YPG’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi rêya înternetê şopandiye û di dewsa ku li cihekî rûnê wî biryar daye tevlî YPG’ê bibe.
Matson diyar kir ku YPG organîzasyoneke gelekî mezin e û destnîşan kir ku ew gelekî kêfxweş e ji ber di demeke kurt de ji aliyê YPG’ê ve hatiye qebûlkirin. Matson ragihand ku ev hefteyeke ew li gel yekîneya xwe têdikoş e û niha jî hewl dide bi Kurdî hîn bibe.
Şervanê YPG’ê (Matson) da zanîn ku ew bi yekîneya xwe re her tim sînorê navbera xwe û DAIŞ’ê kontrol dike û destnîşan kir ku ew ji ber eleqeya nêz û germ a jê re tê nîşandan gelekî kêfxweş e.
Matson (Serdar) da xuyakirin ku derbarê şert û mercên li nav YPG’ê de wî qet zehmetî nekişandiye û got ku astengiya herî mezin a niha, astengiya ziman e.
Matson her wiha anî ziman ku di mijara tevlîbûna li nav refên YPG’ê de malbata wî piştgirî daye wî.
Matson behsa birîndarbûna xwe jî dike û dibêje ku, li Cezaayê tevlî şerê li dijî çekdarên DAIŞ’ê bûye û destnîşan kir ku tevî êrîşên bi çekên giran jî di encama şerê şeş saetan a giran de DAIŞ ji qadê hatine derxistin.
Matson got ku ji ber parçeyê topeke hawanê ya li nêzî cihê ew lê bû ket, birîndar bûye lê birîna wî sivike û careke din li mewziya xwe vegeriyaye.Matson da xuyakirin ku di vî şerî de 8 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û çete reviyane.
Jordan Matson “Serdar”, bi peyamekê ji malbat û hevalên xwe re ragihand ku rewşa wî baş e û diyar kir ku heta têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi dawî bibe, ew ê li Rojavayê Kurdistanê bimîne
Xendan.