Çavkaniyeke taybet ji bajarê Kobanê bo Malpera Xendan ragihand , piştî ku çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq- Şamê (DAIŞê) bi armanca dagîrkirinê bajarê Kobanê hêrişî wê bajarî kir û şer û pevçûnên dijwar di navebera wan û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de rû da, çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq- Şamê (DAIŞê) dest bi gefxwarinan li nivîskar, siyasetmedar û çalakvanên Kantona Kobanê kir.
Di wê kevanê de çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq- Şamê (DAIŞê) herî dawî bi rêya nameyeke telefonê gefa kuştin û şerjêkirinê li nivîskar û siyasetmedarê Kurd Ibrahîm Kaban û malbata wî kir ji ber ku ew li ser kenalên ragihandinê kiryar û hovîtiya çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq- Şamê (DAIŞê) ya li hemberî gelê Sûriyê û Kantona Kobanê rezîl û riswa dike.
Hêjayî gotinê ye ku, jiyana siyasetmedar û rojnamevanan li Kobanê êdî ketiye xeteriyê piştî ku ҫekdar nêzî bajarê Kobanê bûne.
Xendan