Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih ragihand ku divê kurd bikarin hevsengiyê di navbera Enqere, Tehran û Bexdayê de çêbikin û tenê pişta xwe bi yekê ve girênedin. Salih her wiha got, yên digotin DAIŞ êrişî Kurdistanê nake ketin nav kêmasiyê.
Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê û alîkarê berê yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih, di hevpeyvînekê de digel Rûdawê ku roja sêşemê (sibê) dê were pexşkirin, behsa êrişa çekdarên DAIŞê li ser Başûrê Kurdistanê kir û got, siyaseta ku digot DAIŞ êrişî Kurdistanê nake, xelet bû.
Berhem Salih, ku roja 1ê Sibata îsal ji ber nakokiyên hundur ên YNKê dest ji alîkariya Sekreterê Giştî berda û du salan jî li ser pişka YNKê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, li ser dewleta kurdî jî axivî û got, dewlet bi hêzeke niştimanî tê avakirin. Li Kurdistanê hêza niştimanî tine hêza partiyan û kesan heye ev jî pir xirab e.
Li ser pêwendiyên navbera Başûrê Kurdistanê û welatên cîran bi taybet Tirkiyeyê jî wî siyasetmedarê Başûr wiha axivî: “Nabe kurd tenê pişta xwe bi Tirkiyeyê ve girêbidin. Eger kurd dixwazin serbixwe bibin divê bi Bexda û Îranê re jî tifaqê bikin. Diviya asta têkiliyên ku bi Tirkiyeyê re heye bi Îran û Bexdayê jî çêbiba.”
Li gorî Berhem Salih, nabe kurd hemû tiştên xwe bi Tirkiyeyê ve girêbidin her wiha nabe kurd bêjin madem di şerê DAIŞê de tirk nehatin alîkariya me wê demê xayîn in.
Alîkarê berê yê Talebanî, dilgiraniya xwe li hember alozbûna pêwendiyên PDK û YNKê jî nîşan da û wiha anî ziman: “Ez pir ji pêwendiyên niha yên PDK û YNKê dilgiran im ji ber ku qedera siyasî ya kurd ji ber têkiliyên wan ji hev perçe bûye lewma divê zû pêwendiyên xwe çêbikin.”
Rûdaw