Daxuyaniya Navenda Giştî ya Ragihandina YPGê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde rayê giştî aghadarî rewşa şerê li Kobanê kir.
Evê li xwerê naveroka wê daxuyaniyê ye.
Ji bo Ragihandin û raya giştî!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, ku bi armanca dagirkirina Kobanê 15’ê Îlonê destpêkiribûn dewam dikin. Hêzên me, êrîşên çeteyên ku li derdora Kobanê bi cih bûne têk dibin û bi operasyonan derbeyên mezin li wan dixin.
Çeteyên DAIŞ’ê şevê din, li gundê Kozika yê Rojhilatê Kobanê, ji sê aliyan ve êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de tank, top û çekên giran hatin bi kar anîn. Hêzên me bersiva tund dan çeteyan û derbeyên mezin li wan dan. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û wesayitek doçka barkirî hat rûxandin.
Dîsa li heman eniyê, li gundê Şêranê, şervanên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de qasî ku hate tespîtkirin 8 çete hatin kuştin.
Hêzên me şevê din, saet 24:00’an de, li gundên Mumanê Minazê yên li başûrrojavayê Kobanê li hemberî çeteyên ku amadekariyên êrîşan dikirin, operasyonek pêk anîn. Di vê operasyonê de, li gundê Minazê 4, li gundê Mumanê jî 4 noqte hedef hatin girtin. Di encama operasyonê de herî kêm 36 çete hatin kuştin û wesayitek leşkerî hat rûxandin.
2. Şevê din li rojhilatê Cezaa li girê Sefanê ku dikeve nava sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ’ê hewldan ku êrîş bikin. Lê belê şervanên me bersiv dan û gelek çete hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.
Navenda Ragihandina YPGê
PUKmedia