Pêşemergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê–Îranê (PDK–Î) radighînin ku, ewê di berevaniya rewa de berdewambin û partiyên din ên Rojhilata Kurdistanê jî, têbîniyên wan li ser vê livîn û tevgera çekdarî heye, PDK–Î dibêje, tenê xelkê Rojhilat wê biryarê li ser rastbûn yan nerastbûna biryara me bidin û dibêjin ku derîyê wan bo hevpeymanetiyê vekiriye.
Wek tê zanîn, nêzîkî mehekê ye Hêzên Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê, ku ser bi PDK–Î ve ne, dest bi çalakiyên çekdarî li Rojhilatê Kurdistanê kirine, ligor amarên fermî û yên nefermî , di çalakiyên wan ên çekdarî de, bi dehan Pasdarên Komara Îsalmî ya Îranê hatine kuştin û ji Pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê, Pêşmergeyek bi navê Hejar Qasimî şehîd bûye û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Beriya demekê, endamê Polîtbîroya PDK–Î Qadir Wirya ji BasNewsê gotibû: `Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê di nav axa Rojhilat de dimînin`.
Hevdem gotegotek hebû ku Îranê bi rêya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK, daxwaz ji PDK–Î kiribû, ku hêzên çekdarî yên xwe ji Îranê vekşîne, lê PDK–Î ew daxwaz redkiribû.
Ligel wê yekê jî, hêzên sîyasî yên din li Rojhilatê Kurdistanê nêrînên cuda derbarê destpêkirina xebata çekdarî de ji aliyê PDK–Î ve hene, di vê derbarê de endamê Komîteya Navendîya Partiya Demukrta Kurdistana Îranê Heme Salih Qadirî ji BasNewsê re got: `Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê her yek bi xwe biryar li ser awayê xebat û têkoşîna xwe dide. Derbarê vê rewşê de jî bi nêrîna Heme Salih Qadirî xebata Çekdarî li Rojhilatê Kurdistanê pêwîstiya wê bi stratejiya hevbeşa tevahiya hêz û aliyên siyasî heye`.
Herwiha navborî di berdewamiya axaftina xwe de got: `Partiya xwe bi ketwargerî dizane, lewra weha dizane ku ew niha piştevaniyê li xebata sivîl û ya cemaweriya xelkê Kurdistanê li dijî Îranê dikin`.
Hevdem ji aliyekî din ve, endamê Polîtbîroya Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê Ferîba Muhemedî ji BasNewsê re got:`Wan hevxemiya xwe bi fermî li ser şehîdbûna Pêşmergeyekî Patiya Demukrata Kurdistanê ji wan re anîne ziman. Ligel vê yekê jî, di nêrîna wî de, xebata çekdarî bi dirêjahiya dîrokê bi ser xebata rizgarîxwaza Rojhilatê Kurdistanê hatiya sepandin û Kurd eger deriyekî aştyane bo wan hebû, dest ne avêtine çek, weha dizane ku, divê Partiya Demukrata Kurdistanê ligel hêzên dinên Rojhilata Kurdistanê dest pêkirina xebata çekdarî şirove kiriba.
Ji aliyê xwe ve, endamê Partiya Demukarata Kurdistanê Omer Balekî ji BasNewsê re got: ` Em partiyeke sîyasî ne û temenekî me yê dirêj ji xebat û têkoşînê li Rojhilatê Kurdistanê heye û ew çi nexşerêyekê bi ser çi aliyekî de nasepînin û aniya ziman ku, Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê tenê dixwazin di nav xelkê xwe de hebûna wan hebe, lê Komara Îslamî bi çek bersiva vê daxwaza rewa daye, em jî berevaniya rewa li xwe dikin`.
Di vê derbarê de û li ser pêkanîna hevpeymaniyeke çekdarî li Rojhilatê Kurdistanê, endamê Polîtbîroya Partiya Demukrata Kurdistanê Omer Balekî ji BasNewsê re got: `Erşîfa partiya me wê yekê diselmîne ku, wan çend caran daxwaza hevpemanetiyê ji hêzên siyasiyên Rojhilat kiriye, lê heta niha wan bersiv nedaye, ev yek aşkere kir ku, Partiya Demukrata Kurdistanê wek Partiya Parêzerên Rojhilata Kurdistanê derî bo her hevpeymaniyetekê ligel partiyên dinên rojhilata vekiriye`.
Herwiha navborî got:`Divê ew pirsyarê ji xwe bikin û ez nizanim ketwarî û neketwarî çiye, em partiyekî sîyasî ne û xwedan xebateka dirêj li Rojhilatê Kurdistanê ne, tenê xelk ew biryarê didin û dizanin, ku ev birayar diruste yan şaşe`.
Navborî gotina xwe weha berdewam kir û got: `Deriyê Partiya Demukrata Kurdistanê herdem vekiriye, me çi deman nikolî li ser wê yek nekiriye , ku karê mezin bi her kesî tê kirin, di arşîfên me de heye, ku çend caran me daxwaza hevpeymaneke bi hêz dirust bikin kiriye, lê ta niha kesî xwe ne daye pêş û bo hemûyan deriyê me vekiriye.
BasNews













































