Serokê Amerîkayê Barack Obama qebûl kir ku saziyên îstixbaratê yên Amerîkayê di wextê xwe de tehdîda DAİŞê biçûk dîtine û îrade û şiyana şerkirina artêşa Iraqê ya li hember vê rêxistinê li ber çavê xwe mezin kirine.
Di bernameya ’60 Minutes’a televîzyona CBSê de li ser pirsekê Barack Obama axaftina Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê James Clapper bi bîr xist ku gotibû; ‘‘Amerîka bûyerên li Sûriyê qewimîn biçûk dîtin’ û got: ‘‘Ez jî wekî wî difikirim.’‘
Di bernameyê de gotinên Calpper ên wekî ‘Me îrade û şiyana artêşa Iraqê ya şerkirinê (li hember DAİŞê) di çavê xwe de mezin kir’ hat bibîrxistin. Obama li ser vê yekê got ku ‘Ev yek tekez rast e.’
Obama wiha axifî: ‘‘Em ji aliyekî ve li dijî rêveberiya rejima Beşar Esed derdikevin, ji aliyê din ve jî bi çekdarên DAİŞê yên ku li dijî rejima Esed in re şer dikin û haya me ji vê nakokiyê heye. Em nikarin di bin rêveberiya Esedê ku komkujiyan dike li Sûriyê ji nû ve aramiyê pêk bînin. Ji bo Sûriye parçe nebe ne mimkun e ku Esed vê pêvajoyê bi rê ve bibe.’
BasNews