Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bang li tevaya hêz û partiyên Kurdistanî bi taybet Partî Demokrata Kurdistanê (PDK) kir ku, lezgîniyê bidin hewlên lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdî.
Mislim got:” Me dixwest ku em Kongra Netewî ya Kurdî saz bikin û bi armanca parastina ax û gelê Kurd li hemberî êrişên çekdarên terorîst Encumeneke Serbazî ya Kurdistanî ku tevaya hêz û aliyên Kurdî cihê xwe têde bigrin ava bikin”.
Mislim diyar kir ku, hin aliyên Kurdistanî hewl didin mercên xwe bisepînin ser Rojavayê Kurdistanê û dest danin ser samanên Rojavayê Kurdistanê lê ewê destûrê nedin tu hêzeke Kurdistanî ku mercên xwe bisepîne ser vîna gelê Kurdên Rojava û dest danin ser samana betrolê ya Rojava.
Xendan













































