Bȇ ku navȇ xwe diyar bike ȗ ne wȇneyȇn xwe li ser ragehandinȇ bilav bike, leșkerekȋ Emrȋkȋ ji herȇma Ohayo ya Emrȋkȋ, tevlȋ refȇn YPG’ȇ dibe, wisa dibȇja:
” Ez tevlȋ refȇn YPGȇ bȗm bi armanca alȋkariya Kurdan di șerȇ li dijȋ Daișȇ ȗ li dijȋ terorȋstan”.
Ew ȗ sȇ hevalȇn xwe hatin Rojava ȗ tevlȋ refȇn YPGȇ bȗn, ȗ got ew agahdar bȗ ji aliyȇ rȇveberiya YPGȇ ku hejmara Emrȋkiyȇn tevlȋ YPGȇ bȗn deh in.
Wisa berdewam kir ȗ got:” Bi armanca alȋkariya Kurdan hin Emrȋkȋ diçin Hewlȇrȇ ȗ tevlȋ pȇșmergeyan dibin, hin tȇn Rojava ȗ tevlȋ YPGȇ dibin ȗ hin jȋ tevlȋ Sotoro dibin, di șerȇ wan li dijȋ Daișȇ”.
Hȇjaye gotinȇ ye ku ew leșker di artȇșa Emrȋk debȗ, ȗ 16 salan wek polȋs kar kiriye.
Di dawiya axaftina xwe de dibȇje:” Ez ji mirnȇ natirsim, ez wek hemȗ șervanȇn Kurd qet ji mirnȇ natirsim”.