Hat zanîn ku rêxistina El Qaîdeyê kuştina serkirdeyê rêxistina radîkal a bi navê Xorasanê Muhsin el Fezlî piştrast kiriye.
Roja 24ê Îlona îsal berpirsekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) gotibû, di êrişên hewayî yên li Sûriyê de serkirdeyê rêxistina Xorasanê ku dûvika El Qaîde û hevkara koma çekdar a Cebhet el Nusrayê ye, hatiye kuştin lê ev nûçe heta niha nehatibû piştrastkirin.
Ajansa Reutersê îro ragihand ku tîma şopandina malperên înternetê ragihandiye ku berpirsekî rêxistina El Qaîdeyê li ser twîttera xwe behsa kuştina serkirdeyê Xorasanê Muhsin el Fezlî kiriye û sersaxî xwestiye.
Muhsin el Fezlî bi navên Ebû Osame el Kuwêtî û Ebû Osame el Cerawî jî tê nasîn.
Tê gotin rêxistina radîkal a Xorasanê dûvika El Qaîdeyê ye û endamên wê berê li Pakistan û Efxanistanê şerê hêzên Ameîrkayê kirine û niha jî bi Cebhet el Nusrayê re hevkariyê dikin.
Piştî ku balafirên Amerîkayê li Sûriyê li DAIŞê dan Pentagonê eşkere kir ku çeperên rêxistina Xorasanê jî hatine bombebarankirin.
Rûdaw