Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Lîwaa el–Tehrîr li bajarokê Serê Kaniyê odeyeke operasyonên hevbeş pêkanîn.
Duh, 27ê Îlonê, di daxuyaniyekê de ku ji aliyê navenda ragihandinê ya YPG hatib belav kirin, pêkanîna odeyeke operasyonên hevbeş di navbera YPG û Lîwaa el–Tehrîr de ya ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve li bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin.
Pêkanîna vê odeya operasyonên hevbeş di navber her du aliyên navborî de piştî wê yekê tê ku, roja 10 Îlonê YPG ligel 7 grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyê, piraniya wan grûpên islamî bûn, li herêma Kobanê odeyeke operasyonên hevbeş bi navê Volkana Firatê pêkanîbûn.
Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin, armancên odeya operasyonên hevbeş li Serê Kaniyê û odeya Volkana Firatê yekin, ew jî rûbirûnûna çekdarên rêxistina Dewleta Islaî ya radîkal, ku di medyayê û seranserê cîhanê de bi navê DAIŞê tê naskirin, ye.
Di daxuyaniyê de jî 5 xal hatine weşandin ku wek armancên odeya operasyonên hevbeş di navbera YPG û Lîwaa el–Tehrîr de hatine zanîn, ew xal jî evin:
–Pêwîste hemû aliyên tevlî DAIŞê bûne dev jê berdin.
–Pêwîste civaka navdewletî bi erkê xwe di ji nav birina DAIŞê de, rabe.
–Lêborîn ji her kesê ku çekê xwe rardest bike û ji nav rêzên DAIŞê dûrkeve, bi taybetyî li navçeya Siluk û Til Ebiyedê.
–Pêwîste hemû aliyên ku kar dikin bo ji nav birina DAIŞê, alîkariya madî û meinewî bide vê odeya operasyonên hevbeş.
–Karkirin ji bo rizgarkirina deverê dagîrkirî ji aliyê DAIŞê ve.
Ji bilî rûbirûbûna DAIŞê ve, Volkana Firatê û odeya operasyonên hevbeş li Serê Kaniyê di nav armancên xwe de ti amaje bi şerê li dijî hêzên rejîma Sûriyê nekirine.
Lîwaa el–Tehrîr roja 12ê Îlonê ji aliyê Desteya Erkanên Artêşa Azad a Sûriyê ve li bajarokê Serê Kaniyê û bi serkirdatiya Ebdulkerîm el–Obêd, navdar bi nasnavê Mihemed Kefirzîta, hatibû pêkanîn.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê naskirin, lê serkirdeyên her du aliyan vê yekê red dikin û dibêjin ku YPG hêzeke serbixwe ye bo parastina Rojavayê Kurdistanê.
BasNews