Fîlmê “Mûsayê Bêasa” ku behsa jiyana nivîskar û rojnamevanê navdar ê Kurd Mûsa Anter dike dê di 3’ê cotmehê de bikeve vîzyonê. Fîlm 3’ê cotmehê di sînemayan de tê nîşandan.
Aydin Orakê ku 6 sal dibe jiyana rewşenbirê Kurd Mûsa Anter ku di nav Kurdan de wek Apê Mûsa tê naskirin li ser dika şanoyê dilîze derhêneriya vî fîlmî dike. Galaya fîlm jî di 20’ê îlonê de di salvegera mirina Anter de li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ku Mûsa Anter lê ji dayik bû hat nîşandan. Fîlm dê 3’ê cotmehê roja înê di sînemayan de bê nîşandan.
Derhênerê fîlmê Aydin Orak beriya ku fîlm bikeve vîzyonê ji AA’yê re axifî. Orak got ku ji ber galaya fîlm di salvegera mirina Mûsa Anter de çêbû, temaşevan gelekî hêstiyar bûne û wiha axivî: “Kurê Mûsa Anter ê mezin Anter Anter, xizmên wî û gelek kes beşdarî galayê bûn. Ji ber ku me fîlm li ser vê axê kişand, ji herêmê kesên di fîlm de lîstibûn jî beşdar bûn. Dema fîlm hate nîşandan her kes hestiyar û kelogirî bû. Lewra salvegara mirina wî bû û Anter hat bibîranîn. Mirina wî ne mirineke ji rêzê bû. Ew bi destê JÎTEMê û bi kîn hat kuştin. Di wê pêvajoyê de giraniya şer û mirinê jî heye. Ji ber vê di galayê de jî rewşeke hestyar çêbû.”
Orak da zanîn ku fîlm dê di 3’ê cotmehê de roja înê di sînemayan de bê nîşandan û got: “Nîşandana fîlm û cejna qurbanê di heman demê de ne û ev jî ji bo me tiştekî balkêş e. Ez hêvî dikim ku mirov li fîlm temaşe bikin û fîlm li ser wan bandorekê çêbike, ev ji bo min girîng e. Ji bo ku mirov bi erdnîgariya Kurdan, qerekter û zimanê Kurdan re rû bi rû bibe, bi ya min dive mirov li vê fîlmî temaşe bike. Dema fîlm tê temaşekirin jî divê mirov bizanibin ku di qada sînemayê de çîrok gotin tenê ne coreke. Bi şiklên cuda cuda çîrok tên gotin û divê bi vê bîreweriyê li fîlm bê temaşekirin.
Orak diyar kir ku fîlma wî û ya Cem Yilmaz a bi navê “Di Demeke Nêz De” dê di heman rojê de di sînemayan de bên nîşandan û ew nizane ku wê encameke çawa çêbibe û wiha pêde çû: “Derbarê fîlm û vîzyonê de helbet hêviyên me hene. Em dixwazin ku mirov temaşe bikin.Ya yekem, Mûsa Anter gelekî dihat hezkirin. Hema bi tenê ji bo vê be jî, li gor min mirov wê eleqeyekê nîşanî fîlm bidin. Cejna qurbanê û navê Mûsa Anter ji bo me tiştên êrênî ne. Lê encam dê çawa be ez nizanim. Fîlma Cem Yilmaz a bi navê “Di Demeke Nêz De” jî dê di heman rojê de di sînemayan de bê nîşandan. Ez nizanim ka wê encameke çawa çêbibe.
Ya rast Mûsa Anter mirovekî wisa jîr bû ku di nav rewşên zor û zehmet de jî dikeniya û komedî dikir. Cem Yilmaz ji tiştên kesane ken û henekan dike. Lê Mûsa Anter ji tiştên polîtîk, bêhiqûqî û qedexeyan li gor kesayetiya xwe henek dikir. Dadgehên ku li wir dihate darizandin dikir şano û bi mînakên ku dida ve hakim didan kenandin. Ya rast saya mînakên ku bi ken dida rexneyên polîtîk dikirin.”
Derhêner Orak wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Ez nizanim temaşevan dê der barê fîlmê de çi bifikirin. Lê divê bizanibin ku ev fîlm fîlmekî ne asan e û zû nayê fêmkirin. Di vî fîlmî de temaşevan ne pasîf e, aktîf e. Eger temaşevan bibêje ku ez dixwazim pasîf bibim, nikare fîlm baş fêm bike û temaşe bike. Ev fîlm ne bi tenê tê temaşekirin, di heman demê de tê xwendin jî. Sînema jî wiha ne, bi tenê nayê temaşekirin, tê xwendin jî.”
Li ser pirsa “dema ku li fîlm hat temaşekirin û pişt re hat rexnekirin hûnê çi bibêjin” Orak got: “Ez baş dizanim ku min çi çêkiriye. Ji ber wê ez dixwazim ji gotinên temaşevanan û nivîskarên sînemayê tiştan fêr bibim. Temaşevan kîjan corên fîlman hez dikin ew zanin û ew biryarê didin. Eger hûn li bendê bin ku di fîlmeke hûnêrê de aksîyon çêbibe, hûnê neheqiyê bikin. Ez dixwazim ji nivîskarên sînemayê, ji pisporan, ji yên ku fîlman û corên fîlman baş dizanin hinek tiştan fêr bibim. Şîroveyên wan divê tiştekî fêrî min bikin. Min dema sahneyan, vegotina çîrokê, nasandina lehengê xwe, epîtoz, mûzîk û kamera çima wiha bi kar anî hemû bi hûrgilî hesab kirin û wiha fîlm kişand. Eger hinek rabin tiştên ku min bi zanetî kirine wek xeta bibînin û min bi van ve rexne bikin dê bikevin rewşeke komîk.”
Orak ji bo xebatên xwe yên paşerojê jî wiha axivî: “Mihrîcan û vîzyona fîlm niha bi têra xwe me mijûl dike. Em gelekî dixebitin. Em nû ji Mihrîcana Fîlman a Alexandrayê vegeriyan. Di rojên pêş me de jî Mihrîcana Fîlman a Pirteqala Zêrîn heye. Projeyên me yên nû hene, wek belgefîlm û yên din. Şanoya me berdewam dike. Lîstikên me yên nû dê hebin û em ê di nav demê de behsa van hemûyan bikin
BasNews