Artêşa Amerîkayê aşkere kir ku balafirên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê 7 navendên rêxistina DAIŞê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine. Tê gotin di encama bombebaranê de 18 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Fermandariya Navendî ya ya Hêzên Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên hevpeymaniyê duh avahiyeke DAIŞê û 2 otombîlên wan yên leşkerî li ser sînorê di navbera herêma Kobanî û Bakurê Kurdistanê de kirine armanca xwe.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê jî ragihandibû ku balafirên şer duh serê sibehê gundê Merdesimêlê li bakurê rojhilatê Kobanî bombebaran kirine.
Hat gotin ku navendên DAIŞê li gundên Sûsanê li rojavayê Kobanî, Rovî li başûr û Qeremûx û Elîşarê jî ji aliyê balafirên hevpeymaniya navdewletî ve hatine bombebarankirin.
Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê jî ragihand ku di encama bombebarankirina navendên DAIŞê li herêma Kobanî de, li gundê Elîşarê 3 çekd û li çend deverên din jî 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Êrişa çekdarên DAIŞê li ser herêma Kobanî di 15 vê mehê de dest pê kiriye û heta vê gavê berdewam dike, ku di encam de zêdetirî 140 hezar kes ji Kobanî reviyane Bakurê Kurdistanê.
Rûdaw