Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir ku alîkariya hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirine û wiha got: “Eger me alîkarî nekira Bakurê Iraqê dê îro biketa nav rewşeke tengav.” Erdogan her wiha ragihand, di şerê li dijî DAIŞê de divê êrişên bejayî jî bên kirin.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, piştî ku duh ji civîna Netewên Yekbûyî ya li bajarê New Yorkê hatibû lidarxistin, vegeriya li nav balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê Erdogan li ser helwesta Enqereyê li hember şerê li dijî DAIŞê wiha got:
“Hûn nikarin rêxistineke terorîstî ya wiha tenê bi operasyonên hewayî ji nav bibin ji ber wê jî divê êrişên bejayî jî bên kirin helbet divê li kêleka van hêzan hêzên deryayî jî tevlî operasyonan bibin. Ez leşker nînim lê bi qasî ku ez dizanim heta hêzên bejayî nekevin dewrê encamên ciddî bidest nakevin.”
Erdogan da zanîn ku di dema ku êrişên hewayî li Iraqê li dijî DAIŞê dihatin kirin Tirkiyeyê jî alîkariyên mirovî ji hemû pêkhateyên Başûrê Kurdistanê re dişand û wiha axivî:
“Me alîkariya tirkmenan, ereban, êzîdiyan û Pêşmergeyan kir ji ber wê jî êrişên DAIŞê vala derketin. (eger ev alîkarî neban) Bakurê Iraqê dê îro di rewşeke tengav de ba. Helbet ev pêvojo hîn xilas nebûye û didome. Niha li Sûriyê jî êrişên hewayî tên kirin lê qonaxa pêşiya me qonaxeke hestiyar e. Di civîna Ciddeyê de 40 welat beşdar bibûn lê niha 104 welat piştgiriya vê yekê dikin.”
Li ser helwesta Tirkiyeyê ya li hember şerê li dijî DAIŞê de jî serokomarê Tirkiyeyê wiha anî ziman: “Di parvekirina erkan de çi bikeve ser milê Tirkiyeyê dê bike. Ji ber wê jî eger em bêjin Tirkiye di warê leşkerî de tevlî vê yekê nabe, xelet e çimkî kes nayê sînorên te naparêze sînorên xwe emê bixwe biparêzin.”
Recep Tayyip Erdogan da zanîn ku ji bo ku bikaribin di warê siyasî û leşkerî de tevlî operasyonên li dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê bibin parlamentoya wî welatî dê roja 2ê Cotmehê li ser tezkereya dersînor gotûbêj bike û dema tezker hat qebûlkirine dê gavên pêwîst bên avêtin.
Erdogan behsa avakirina “herêmeke aram” li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê jî kir û got, 140 penaberên kurd ên Sûriyê her wiha 40 hezar kurdên êzîdî hatine Tirkiyeyê, hejmara penaberan bû 1.5 milyon ji ber wê jî ji bo ku em bikarin van mirovan biparêzin emê avakirina herêmek aram bixin rojeva xwe her wiha herêma ku firrîn tê de qedexe be rabigihînin û tê de hêzên dijbereya Sûriyê perwerde û çekdar bikin.
Li gorî Erdogan, ji ber ku Sûriye rêxistina terorîstî ya DAIŞê di nav xwe de xwedî dike divê li dijî rêjîma wî welatî jî hinek gav bên avêtin.
Rûdaw