Şêwra Xwendina Edebiyata Kurdî ya Stenbolê ku ev 4 sal e xebatên xwe bi xwendin û nirxandina berhemên kurdî didomîne, vê carê romana Bextiyar Elî ya bi navê Qesra Balendeyên Xemgîn dike mijara nirxandinê.
Şêwra Xwendina Edebiyata Kurdî ya Stenbolê; bo beşdariya xwîner ev bang weşand, “Hûnê di vê beşdarbûnê de pêrgî xwendin û çavdêriyên resen werin. Hûnê bi tevlêbûna xwe, deriyekî xwendinê vekin. Hûnê nerîn û ramanên xwe di atmosfereke kurdî de îfade bikin. Bi rexneyên xwendevanan re hûnê bi hêsanî tevlî şêwirê bibin. Di vê bernameyê de pispor nîne; her xwendevan pisporê/a xwendina xwe ye. Di derheqê berhem û mijarê de her xwendevan dikare hest û ramanên xwe bêje û binirxîne. Di çarçoveya pîvanên hurmetê de her tişt dikare were gotin û bilêvkirin û nîqaşkirin. Bi van mijar û berheman re dê xwendevan, xwe di nava Lîteratura Kurdî de bibîne û binirxîne.”
Dê di şêwirê de şêwirmend dîtinên xwe yên di derbarê berhema hatî hilbijartin de bibêjin û li ser berhemê bi hev re bişêwirin.
Şêwira Xwendina Bextiyar Elî; roja şemiyê saet di navbera 17:00 18:30’an de li Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê destpê dike.
BasNews