Piştî ku şervanên YPG’ê bi şêwazek fedayî ketin nava komên çekdarên DAIŞ`ê û derbeyên mezin li wana xistin, niha jî çekdarên DAIŞ’ê li hinek herêmên Kobanê neçar diminîn birevîn.
Li gor nûçeyeke ajansa Hawar newsê çekdarên DAIŞ’ê ji milekî ve bi tang û topan êrîş dikin, ji milek din de dixwazin bi bejahî pêşve werin, lê belê rastî berxwedana şervanên YPG’ê û gelê Kobanê tên.
Li gor nûçeyê piştî Ku şervanên YPG’ê derbeyên mezin li çeteyên DAIŞ’ê xistin, neçar man ku li hinek herêman paşve birevin. Çeteyên DAIŞ’ê tenê bi çekên qernasê ji dûr ve dixwazin êrîşan bikin.
Hêjayî gotinê ye ku şer û pevçûnên ku di 15’ê îlonê li hersê eniyên Kobanê hatibûn destpêkirin berdewame.
Xendan