Balafirên şer ên amerîkî pêgehên çekdarên DAIŞê li derdora herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bomberbaran kirin.
Li gor raportên rojnamevanî û ewlekarî, hevpeymaniya navdewletî operasyonên xwe li dijî DAIŞê berdewam kirin û îro, Çarşemê, serê sibehê balafiran pêgehên DAIŞê li gundewarên Kobanê bombebaran kirin.
Raportan aşkere kirin ku, balafiran pêgehên çekdarên DAIŞê li gundên: Sirrîn, Qibe, Pira Qere Qozatê, Îlac û Xirab Îşkê ji xwe re kirin armanc.
Çalakavanên Kurd jî li ser torên civakî belav kirin ku, çekdarên DAIŞê ji tirsa wan operasyonan pêgehên xwe bi cih hiştin û ber bi sînorên Tirkiyê ve reviyan.
Duh, 23 yê Îlonê, heveymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, ku bi navê DAIŞê tê naskirin bi serpiriştiy Amerîka dest bi lêdana pêgehên rêxistina navborî li Sûriyê kirin, di vê çarçoveyê de balafirên şer ên amerîka bi alîkariya Erebistana Siûdiyê, Îmaratên Erebî, Urdin, Behrên û Qeterê 50 operasyon li dijî 22 pêgehên çekdarên DAIŞê li nav axa Sûriyê encamdabûn û ziyanek mezin gihandin wan rêxistinê.
Ji 15 ê Îlonê ve, çekdarên DAIŞê bi çekên girina ji aliyê rojhilat, başûr p rojava ve êrîşê herêma Kobanê dikin û ji wê demê de şer û pevçûn di navbera çekdarên wê rêxistin û şervanên Kurdn de berdewame.
BasNews