Endama rêveberya TEV-DEMê Îlham Ehmed ragehand ku Tirkiye, ji ber polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan alîkariyê dide DAIŞê û got: ‘‘Tirkiye, dê ji aliyê hêzên navneteweyî ve wek welatê alîkariyê dide terorê bê îlankirin.’‘
Ehmed êrîşên li hemberî Kobanê nirxandin û diyar kir ku Tirkiye bi plana xwe ya di ser Sûriyê re derxistiye holê ku hewl dide xeyalên xwe yên Osmantiyê bicih bîne. Ehmed da zanîn ku li pişt êrîşa li hemberî Kobanê yekser Tirkiye heye û wiha axifî: ’Bi taybetî Tirkiye li pişt vê komê ye û bi her awayî piştgiriyê dide van êrîşan. Daxuyaniyên Erdogan ên di van rojan de nîşan dide ku çiqasî li dû van êrîşan e. Gotin ku ew li ser avakirina herêmeke tampon a li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê nîqaşan dikin. Êrîşên dawî yên li hemberî Kobanê piştî vê planê destpê kirin. Yanî bi asanî dikare were gotin ku bi van êrîşên dawî re plan hatiye kirin Kobanê bê valakirin û herêma tampon li vir bê çêkirin. Ev rewş di daxuyaniyê wan de jî tê dîtin. Armanca wan ew e ku Kobanê vala bikin, biryargehên xwe li wir çêbikin û xwe bigihînin sînorên dema Osmanî.’
Ehmed da xuyakirin ku Tirkiye bi alîkariya xwe ya bo komên çekdar planên pir alî dike, lê belê dema xwest bi komên çekdar re xwe bigihîne armanca xwe, hatiye xala ku bikeve xefikên xeter yên hêzên navneteweyî û ji ANF’ê re wiha axifî: ’Tirkiye dibêje qey bi piştgiriya dida DAIŞ’ê wê xwe jê rizgar bike. Lê belê nabîne ku bi vê polîtîkaya xwe re roj bi roj xwe dixe rewşeke metirsîdar. Ji ber ku sînorê terorê nîne. Welatên ku lê bicih bûye, ti carî ewle nabin, ti carî di nava aramiyê de najîn. Armanca vê komê gelekî mezin e. Ne tenê ji bo herêmê ji bo tevahiya cîhanê xwedî armancekê ye. Di nava vê planê de cihek daye Tirkiyê jî. Yanî îro li welatên wek Fransa, Belçîka, Elman û welatên din ên cîhanê xwe birêxistin dikin û ji bo armanceke mezin tên Sûriyê û Rojava şer dikin.’
Ehmed diyar kir ku Tirkiye veguheriye navenda çekdarên DAIŞ’ê û axaftina xwe wiha qedand: ’Kê ev kom li Tirkiyê bicih kir? Bi kîjan armancê bicih kirin û çima heta dawiyê piştgirî danê? Dê vê yekê ji raya giştî ya cîhanê re çawa aşkera bikin? Ji bo êrîşî Rojava bikin, çima destûr ji wan re hat dayîn ku derbas bibin? Çima bi her awayî çek û cebilxane ji wan re hat şandin. Çima destûr ji wan re hat dayîn ku li Stenbolê buroyan vekin û bixebitin? Ev hemû bi erêkirina rêveberiya Tirkiyê hatin kirin. Ev hemû karên Tirkiyê ne ji bo dûrxistina Esad ji rêveberiyê bû. Ji bo pêşî li îradebûyîna Kurdan bigire. Ji ber vê yekê polîtîkaya wê ya dijberiya Kurd, niha bûye belayê serê wê.’
BasNews