Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ragihand ku, ji bo şikandina dorpêçiya Kobanê, hêzên YPGê operasyonek berfereh ji Serêkaniyê ber bi Til Ebyadê (Girê Spî) ve destpê kiriye û bi pêşve diçin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyona li herêmên Ravya, Dehma û Mebrûka yên li başûra rojavayê Serêkaniyê hatibû destpêkirin di roja seyemîn de berdewam dike.
Di daxuyaniya YPG de weha hatiye: “Hêzên me qadeke ji 10 km pêk tê û di nav de qederek gund û gundikên di destê çeteyan de jî heye bi pêş ve çûne û derbên giran li çeteyan xistine.
YPG gotiye: DAIŞ, bi hêzên teqwiye yê ji Girê Spî (Til Ebyad) û ji rojhilatê Kobanê tînin, hewl didin pêşveçûna hêzên me bisekinîn. Hin jî li Mebrûka û derdora wê pevçûnên giran û dijwar tên jiyîn.
Navenda çapemeniya YPG ragihandiye ku di operasyonê de heta niha 40 çete hatine kuştin û 9 şervanên YPG şehîd bûne.
Xendan