Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji kanala ‘msnbc’ re axifî û derbarê DAİŞê de peyameke tund şand ji Tirkiyê re.
Kerry bal kişand ser krîza rehîneyan ku bi dawî bûye û got: ‘’Di şerê dijî DAİŞê de em li bendê ne ku Tirkiye hewldanên xwe zêdetir bike.’‘
Kerry hişyarî da Tirkiyê û wiha axifî: ‘’Divê Tirkiye, sînorê Suriyê bigire; derbasbûna çekdarên biyanî û qeçaxçîtiya petrolê rawestîne.’‘
Rêvebera bernameyê Andrea Mitchell, daxwiyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li ser hesabê xwe yê Twitterê bi raya giştî ya cîhanê re parvekir.
BasNews