Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di hevdîtna xwa ya bi parêzerê xwe Mazlum Dînç de bangawaziya xwe ya ji bo seferberiyê dubare kir û wiha got: “Tenê ne gelê Rojava Bakur û hemû parçeyan gelê kurd divê li gorî vê yekê teşe bidin jiyana xwe. Ez bang li hemû gelê dikim ku li dijî şer derbasî berxwedanê bibin.”
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan Mazlum Dînç ragihand ku di hevdîtinê de Ocalan jê re gotiye ku: “Ew ji bo çareserkirina çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk ji bo hemû gavan amade ye lê hikûmet û dewlet pêvajoya muzakereyê nade destpêkirin.”
Dînç got: Ocalan têkîldarî serbestberdana xebatkarên sefîrxaneyê yên di destê DAIŞ’ê de û muzakerên di navbera hikûmet û DAIŞ’ê re wiha gotiye, “Bi taybetî ji bo serbestberdana dîlên li Musilê dewletê bi awayeke aşkera muzakere pêkaniyê û ji raya giştî re aşkera kiriye lê di mijara çareserkirina pirgsirêka kurd de pêvajoya muzakereyê hêj nedaye destpêkirin.”
Dînç têkîldarî mijarê gotinên Rêberê PKK’ê Ocalan wiha anî ziman: “Li aliyê din têkîldarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hemû gelê me bi teybetî divê xwe li gorî şer amade bike teşe bide jiyana xwe. Niha li Kurdistanê şereke kur heye.”
Ocalan got: “Tenê ne gelê Rojava, Bakur û hemû parçeyan gelê kurd li gorî vê yekê teşe bide jiyana xwe. Ez bang li gelê kurd dikim ku li hemberî şerê kur derbasî berxewdanê bibin.”
Xendan/DIHA