Balafirên şer ên amerîkî bi alîkariya çend welatên erebî dest bi lêdana pêgehên çekdarên DAIŞê û Cebhet el–Nusre li nava Sûriyê kirin.
Îro, 23ê Îlonê, demjimêrên serê sibehê balafirên şer ên amerîkî bi alîkariya hejmarek welatên erebî çend operasyon li dijî pêgehên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, li bajarê Reqa û parêzgeha Dêrezorê yên Sûrî û navçeyên hevsînor ên wî welatî ligel Iraqê, encamdan.
Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon), John Kirby ragihand ku, ew dikare piştrast bike ku hêzên amerîkî û hêzên çend welatên hevpeyman dest bi operasyonên ezmanî li dijî terorîstên Dewleta Islamî li Sûriyê kirin.
Roja 10ê Îlonê Serokê Amerîka Barack Obama stratejiya welatê xwe bo ji nav birina rêxistina DAIŞê aşkere kir, bo mebesta cîbicîkirina wê stratejiyê jî, Amerîka hevpeymaniyek ji 40 welatî pêkanî, di nav wan de welatên Kendava Erebî û Tirkiyê û Urdin jî hene.
John Kirby aşkere kir jî ku di wan operasyonan de, balafirên şer, balafirên şer ên bêy balafirvan û keştiyek amerîkî jî beşdar bû ku çend rokêtên Tomahok avêtin ser pêgehên çekdaran li Sûriyê.
Navborî aşkere kir jî ku, operasyona yekem 90 xulekî berdewam kir û operasyona duyem jî çend demijmêran berdewam kir.
20 pêgehên DAIŞ û Cebhet el–Nusre hatin bombebaran kirin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere kir ku, operasyonên ku hatine encamdan ne bi tenê pêgehên DAIŞê kirine armanc, lê li dijî pêgehên çekdarên Cebhet el–Nusre jî hatine encamdan.
Rêveberê Rewnaghê, Ramî Ebdulrehman aşkere kir ku, operasyonên Amerîka û hevalbendên wê, navçeyên DAIŞê li Dêrezor û Reqayê kirin armanc, tevî bombebaran kirina pêgehên çekdarên Cebhet el–Nusre li her du parêzgehên Idlib û Helebê.
Ebdulrehman da zanîn ku, Amerîka û hevalbendên xwe 50 operasyonên ezmanî li ser 20 pêgehên çekdarên DAIŞê û Cebet el–Nusre hatine encamdan.
Navborî ragihand jî ku, di encama wan operasyonan de, hejmarek zêde ji çekdarana hatin kuştin, lê bi hûrî hejmar neda xuyakirin.
Çend welatên erebî jî beşdarî operasyonan bûne
Çavkaniyeke amerîkî, ku nexwestiye navê xwe aşkere bike, ji ajansa Reutersê re axifî û balkişande ser welatên erebî yên ku beşdarî van operasyonên li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê hatine encamdan û got: “Her yek ji Erebistana Siûdiyê, Behrên, Qeter, Îmaratên Erebî û Urdin alîkariya Amerîka kirin di encamdana van operasyonan de.”
Di vê barê de, Berdevkê Hikûmeta Urdinê Mihemed Mûminî di daxuyaniyekê de bo ajansa France Press piştrast kir ku welatê wî beşdarî operasyonên li dijî pêgehên DAIŞê kiriye.
Mihemed Mûminî got jî: “Belî em beşdar bûn, ev beşdariya me jî beşek ji pilana nehiştina terorê ye di nava mala wê de.”
Sûriyê dibêje ew berê hatibû agehdar kirin
Tekevîzyona fermî ya Sûriyê li ser zarê çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Sûriyê belavkiribû ku, hikûmeta Sûriyê berî encamdana operasyonên li dijî DAIŞê û Cebhet el–Nusre hatibû agehdar kirin.
Li gor nûçeya televîzyona Sûriyê, Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Ibrahîm Caferî ji aliyê Amerîka ve li ser encamdana wan operasyonan hatibû agehdar kirin.
Lê çavkaniyên amerîkî belav kirin ku, berî encamdana operasyonan, Amerîka hişiyarî dabû hikûmeta Sûriyê ji egera armanckirina balafirên wê ji aliyê hêzên ezmanî yên Sûriyê ve, ne ku ew agehdar kiribû.
Berî niha Şêwirmenda Beşar Esed, Buseyna Şeiban ragihandibû ku, eger Amerîka hemahengiyê bi hikûmeta Sûriyê re neke di şerê li dijî terorê de, dê hêzên ezmanî yên welatê wê balafirên şer ên amerîkî ji xwe re bikin armanc.
Barack Obama jî di bersiva Şeiban de gotibû, eger Sûriyê hizra armanckirina balafirên Amerîkî bike di dema lêdana pêgehên terorîstan de, dê Amerîka hêzên ezmanî yên Sûriyê ji nav bibe.
Herwiha Obama gotibû ku, Amerîka hevahengiyê ligel hikûmeta Sûriyê nake di şerê li dijî DAIŞê de, ji ber ku hikûmeta Sûriyê sedmek ji sedemên geşbûna rêxistina navborî ye.
Mixalefeta Sûriyê pêşwazî li operasyonên Amerîkayê kir
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê pêşwazî li encamdana operasyonên li dijî pêgehên DAIŞê kir.
Hadî Behre di daxuyaniyekê de got: “Em spasiya civaka navdewletî dikin, îro civaka navdewletî hat rêza me di şerê li dijî DAIŞê de.”
Behre daxwaz ji balafirên amerîkî kir ku agehdarî welatiyên sivîl bin di dema encamdana operasyonan de, da kesên sivîl nebin qurbanî û got: “Em dixwazin ku balafir bi hişiyarî armancên xwe bombebaran bikin, da welatiyên sivîl nebin qurbanî.”
Basnews













































