Artêşa Isarîlê ragihand ku wan balafireke şer a Sûriyê kirin armanc û ew xistin xwar.
Îro, 23ê Îlonê, Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku, balafireke Sûrî ji cûreyê Suhkoi24 derbasî ezmana Colanê bû, ku di bin destê Israîlê de ye, ji bo lêdana pêgehên çekdarên mixalefeta Sûriyê li parzêgeha Qunêtre.
Li gor daxuyaniya Israîlê, balafira Sûrî ku sînorên xwe derbas kiribûn û derbasî ezmana Israîlê bûbû, ji aliyê artêşa Israîlê ve hat ermanckirin û ew xistin xwar.
Ji aliyê xwe, televîzyona fermî ya Sûriyê piştrast kir ku, artêşa Israîlê balafireke wan a şer xistiye xwar.
Ev yekemîn care ji sala 1982an ve ku Israîl balafirek şer a sûrî tîne xwar.
Navçeya Colan, ku beşek ji xaka Sûriyê ye û ser bi parêzgeha Qunêtre ve ye, di şerê sala 1967an de ket bi destê Israîlê de û ji wê demê û heta niha hikûmeta Sûriyê daxwaza vegerandina wê navçeyê dike, lê Israîl red dike ku jê derkeve.
Basnews