Bi serpereştiya Serokwezîr Neçîrvan Barzanî, cîgirê wî Qubad Talabanî û amadebûna wezîrên peywendîdar, Parêzgarê Dihokê û berpirsên perwedeyê li Dihokê, li ser rewşa koçberan civînek hat saz kirin.
Di vê civînê de raporek li ser rewşa perwerdê û destpênekirina xwendinê li gelek dibistanên parêzgeha Dihokê hat pêşkeşkirin. Di raporê tê gotin ku tîmên taybet, bi vekirina kapman hêdî hêdî koçberan vediguhezin wan kampan û ji bo li wan dibistanên ku koçber têdebûn xwendin destpê bike, pêwîstî bi nujen kirinê heye.
Rewşa xwendevanên Şengalê jî mijareke din a civînê bû ku niha 31700 xwendekarên Şengalê ji xwendinê bêparma ne. Di civînê de giringî bi wê yeke hat dayin ku divê li hemû kampan dibistan werin çêkirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî biryar da ku di demeke nêzîk de lista hemû pêwîstiyan were amade kirin û got ku hikûmeta Kurdistanê giringiyeke zêde dide perwerdeyê û dê pêwîstiyan bilez amade bikin.
Di beşe ke din ya vê civînê de behsa rewşa perwerdeyê bi gişti û rewşa Dihokê bi taybetî hat kirin. Li ser zêdekirina dibistanan û damezrandina mamostayên pêwîst sekinin û herweha hat diyarkiin ku ji bo nemana xwendina pişt nîvro li dibistanan divê kar bê kirin. Di civînê de projeyek hat pêşkeşkirin ku bal dişand ser wan dibistanên ku ji ber qeyrana aborî hê nehatine çêkirin.
Basnews