Îro li Strasburgê nûnerê hikûmeta Kurdistanê ligel Seroka Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê civiya. Di civîna navbera Dilawer Ajegeyî û Anna Fotyga de nîqaş liser rewşa dawî ya Kurdistanê hat kirin.
Derbarê civînê de Dilawer Ajgeyî ji BasNewsê re da diyar kir ku di rûniştina ligel Seroka Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê de ew liser bûyer û pêşhatên li ser sinorên Herêma Kurdistanê û deverê axifîne, herwiha lîsteyek ji pêwîstiyên çek û teqemeniyan (Ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ve hatibû amadekirin) radestî Ana Futiga kirine.
Ajgeyî ragehand ku wan daxwaz ji Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê kiriye ku fişarê bêxe ser welatên endamênYekêtiya Ewropayê ji bo şandina çekan û pêwîstiyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.
Li ser pirsa gelo reaksiyona Komîta Asayîş û Berevanyê çibû li ser vê mijarê, Dilawer Ajgeyî wiha bersiv da: ‘‘Ji aliyê xwe ve seroka komîteyê got ku grûbên terorîst ên ser bi DAÎŞ’ê ne tenê ciyê metirsiyê ne bo ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn, lê ew mezintrîn metirsî ne bo ser Ewropayê jî, nehiştina DAÎŞ’ê siyaseta me ya herî girîng e, rola hikûmeta Kurdistanê di vî warî de nayê veşartin ku ew li şûna me jî hewla jinavbirina wan dikin.’‘
Di dawiyê de jî Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê ji BasNewsê re got: ‘‘Alîkarîkirina Hêzên Pêşmerge ji bo êrişkirina ser DAÎŞ’ê û berevanîkirin û parastina hevwelatiyan û gehandina xizmetan bo koçberan wê bibe karnameya Yekîtiya Ewropayê û wê zêdetir û berdewam alîkariyên xwe bighînin Kurdistanê.’‘
Hêjayê gotinê ye her îro Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê (NY) çendîn hevdîtin û serdan encam dan û berdewam peyama hikûmet û gelê Kurdistanê dighînin hemû welatên endamên Yekêtiya Ewropayê.
Basnews













































