Îro danê sibehê sêşeme 23/9/2014, Emerîka di çarçoveya ew hevpeymaniya ku avakiriye bo lêdana DAIŞ, yekem êrişa asmanî li axa Sûriyê li dijî DAIŞ encam da.
Li gor zanyariyên Fox news, hêzên Emerîka bi firokên şer êriş bir ser bajarê Reqa a Sûriyê ku bi navenda desthilata rêxistina bi navê dewleta îslamî tê naskirin (DAIŞ), her weha bi moşekên cura Tomahok li ser baregehên DAIŞ de barand.
Li gor zanyariyên Fox newsê, ji bilî Emerîka her yek li welatên Siûdî, Behrên, Îmarat û Qeter beşdarin di wê êrişê de.
Her weha wezareta berevanî ya Emerîka îro sêşemê ragihand ku Emerîka û welatên hevpeyman yekem êrişa asmanî li dijî DAIŞ li nava axa Sûriyê encam da.
John Kîrbî, berdevkê wezareta berevanî ya Emerîka (Pantagon) ragihand ku Waşinton û hevpeymanên wê navend û baregehên DAIŞ li nava axa Sûriyê kiriye armanc.
Xendan