Serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdisanê Mesrûr Baraznî ragihand ku, li Sûriyê û Iraqê hejmara çekdarên DAIŞê nêzîk 40 hezarî ye.
Mesrûr Baraznî di daxuyaniyekê de bo radyoya Sewa balkişande ser darayî û hejmara çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, ku li seranserê cîhanê bi navê DAIŞê tê naskirin, ya ku niha rûberek berçav ji axa Sûriyê û Iraqê kontrol kiriye.
Barzanî aşkere kir ku, raportên istixbaratî diyar dikin ku rêxistina DAIŞê rojane 6 milyon dolar bidest dixe, ew jî bi rêya frotina petrolê û standina bacê ji şêniyên navçeyên di bin destê wê de.
Berî niha hin çavkaniyên aborî û medyayî belav kirin ku, DAIŞ rojane 50 hezar bermîl petrol li Sûriyê û Iraqê berhem tîne, li gor wê rêjeyê jî, DAIŞ ji petrola Sûriyê rojane 2 milyon dolar û ji petrola Iraqê rojane 1 milyon û 200 hezar milyon dolar bidest dixe.
Mesrûr Barzanî diyar kir jî ku, di destpêkê de gellek aliyan sivkatî bi hêza DAIŞê kirin, niha hejmarek zêde ji çekan di dest de heye, ji encama rûbirûbûnên çekdarên rêxistina navborî de ligel artêşa Sûriyê û artêşa Iraqê.
Navorî aşkere kir ku, niha hejmara çekdarên rêxistina DAIŞê nêzîk 40 hezarî ye “Li Sûriyê û Iraqê şer dikin, dibe ku çekdarên xwe li her du welatan nîv bi nîv kiribin.”
Serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdisanê zêdetir behsa hûrgiliyên awayê hatina dahata DAIŞê kir û got: “DAIŞ wan pereyan ji frotina petrol û genim, standina bacê û standina fidiyê bidest dixe, tevî ku heta niha alîkariyê darayî jê re tên.”
Basnews