Balafirên şer ên amerîkî bi hevahengî ligel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêgehên çekdarên DAIŞê li navenda qeza Şingalê bombebaran kirin.
Fermenadeyê Hêzên Pêşmergeyên Êzdî li Şingalê, Qasim Şeşo di daxuyaniyekê de bo BasNewsê ragihand ku, îro 22ê Îlonê danê sibehê balafirên şer ên amerîkî bi hevahengî ligel Hêzên Pêşmerge, çend pêgehên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya rdaîkal, ku bi navê DAIŞê tê naksirin, li navenda qeza Şingalê bombebaran kirin.
Şeşo da zanîn ku ji encama wê bombebaranê ziyanek mezin giha çekdarên DAIŞê, lê qasê wn ziyanen aşkere nekir.
Navborî aşkere kir jî ku, wan pilanek bihêz û baş bo girtina Şingalê danaye, lê çekdarên PKK, ku xwe bi navê Hêzên Parastina Şingalê didin zanîn, astengiyan ji wan re çê dikin û “Bi sedema bilindkirina alên cuda ji aliyê wan çekdaran ve û derbasbûna hin navçeyan bi awayekî bêy pilan, arîşeyan ji Pêşmerge û hêzên ezmanî yên Amerîka ew jî çêdikin.”
Basnews