Parêzerên Kurdistanê ku xwe wek hêzeke nêzîkê Partiya Demokrata Kurdistan-Îran (PDK-Î) dibîne li Rojhilatê Kurdistanê dest bi xebata çekdarî kir û heta niha çendîn pasdarên Îranê jî kuştine. Herwiha radighîne ku êdî xelkên Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nahêlin.
Nêzîka mehekê dibe hêzeke çekdar bi navê ‘Parêzerên Kurdistanê’ hêzên artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê kirine armanca xwe. Ew hêze ku xwe wek hêzeke nêzîkê Partiya Demokrata Kurdistan-Îran dibîne, heta niha li Serdeşt, Merîwan û Urmiyê li dijî Pasdarên Îranê çendîn çalakî kirine.
Li gor raporteke malpera Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê, wan Pêşmergeyan di yekemîn çalakiya xwe de li navçeya Serdeşt û gundên Kanî Zerd û Werdê 7 Pasdar kuştine û çendîn kesên din ji wan birîndar kirine, herwiha di wan şeran de Pêşmergeyekî Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê jî bi navê Resûl Lîlaneyî birîndar bûye.
Li gor heman malperê, Parêzerên Kurdistanê li navçeya Merîwan jî êrîşî binkeyekî Pasdaran kirine û çendî kes ji wan kuştine û birîndar kirine. Herwiha tê gotin ku di nav kuştiyên Pasdaran de du kes bi navên Emanî û Qenberî hene. Doh jî çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got ku Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê li Urmiyê jî 6 Pasdar kuştine û 8 jî birîndar kirine.
Van şer û pevçûnên di navbera Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û artêşa Pasdarên Îranê de wiha kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwazê ji Partiya Demokrata Kurdistan-Îran bike daku hêzên xwe paşde vekişînin, lê belê endamekî serkirdayetiya PDK-Î ku navê wî li ba BasNewsê parastî ye û nexwest navê wî were eşkere kirin, got: ‘’Pêşmergeyên Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê xwe nêzîkî PDK-Î dibînin, ew hêz rewatiya xwe ji xelkê Rojhilat werdigire, herwiha PDK-Î dikare biryarê li ser karûbarê xwe yê navxwe bide, ne hêz û aliyên din.’‘
Wî serkirdeyî da zanîn ku Pêşmergeyên Parêzerên Kurdistanê tu xayîn caşan efû nakin û herwiha dê wan hemû navend û dezgehan bikin armanc ku hewl didin madeyên hoşber li bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bikin.
Basnews