Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş aşkere kir ku hejmara koçberên Kobanê yên derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bûne 130 hezar derbas kir.
Îro, 22ê Îlonê, Alîkarê Serokwezîrê Tirkiye Numan Kurtulmuş di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand ku, di her 3 rojên borî de zêdetirî 130 hezar koçber ji herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê derbasî axa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn.
Numan Kurtulmuş aşkere kir jî ku, Enqere xwe ji senaryoya herî xirab re amade dike ew jî “Hatina sedan hezar koçber e.”
Duh, Yekşemê, Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku di nava 24 demjimêran de 40 hezar koçber ji Kobanê derbasî sînorên Tirkiye bûne.
Ji 15ê Îlonê ve, çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrîşê gundewarên rojhilat û rojavayê herêma Kobanê dikin, çavkaniyîn medyayî jî diyar dikin ku her diçe şer di navbera çekdên DAIŞê û şervanên Kurd de girantir dibe.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihand ku, heta niha nêzîk 64 gundên derdora Kobanê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine dagîr kirin.
basnews