Kurte fîlmê bi navê Çîroka Jin û Mêrkirinê ya derhênerê kurd Keywan Kerîmî, xelata baştirîn fîlm li festîvala Sûriyalî ya Kolombiya wergirt.
Hunermend Keywan Kerîmî derbarê wê festîvalê de daxuyaniyek da BasNewsê û got: Bi fîlma Çîroka Jin û Mêrkirinê, min di festîvala Sûriyalî de ku li paytexta Komlobiya Bogotê hatibp lidar xistin, beşdarî kir û xelata baştirîn kurte fîlm di wê festîvalê de wergirt.
Herwiha Kerîmî anî ziman ku, senaryoya kurte fîlmê Çîroka Jin û Mêrkirinê, çîrokeke ji çîrokên nivîskarê navdarê Îtalî Îtalo Kalyono wergirtiye û çîroka jinekê û hevjînê wê dibêje ku her du bi berdewamî mijûlê karin.
Ev fîlm di sala bûrî de, xelata baştirîn kurte fîlm di heştemîn festîvala fîlmê Lfîla li Spanya yê pê wergirtibû û her di payiza sala bûrî de jî, bi sedema berhemanîna fîlmê “Nivîsîn Liser Bajar”, ketiye zîndanê û 12 rojan di zîndana Êvîn de ya li Tehranê hatibû zîndanîkirin.
BasNews wek take dezgeha medyayî ya Kurdî, beşekî ji fîlmê Keywan Kerîmî belavdike, ku bi sedema wî fîlmî li Îranê hatibû zîndanîkirin.
BasNews