Keçeke kurd beşdarî bernameya navdar a cihanî “Got Talent” ya li Holendayê bû û karîbû bi stranekê ku ji awaz û teksta wê bi xwe bû xwe bigihîne qonaxa duyem.
Naz Mihemed ku li Holendayê dijî, ji ber dengxweşî û zîrekiya xwe karîbû xwe bigihîne qonaxeke giring a vê bernameyê, lê tiştê ku bala jûriya bernameyê kişand, tekst û awaza wê stranê bû ku Nazê li pêşber komîteyê pêşkêş kir.
Strana Nazê wiha kir ku serokê jûriyê bibêje: “Ez hest dikim ev stran ne normal e, mebesta min ewe ku gelo çi tiştî hiştiye keçeke 16 salî vê stranê bi germ û tînî bibêje.” Naz jî bersiva wî dide û dibêje: “Hinek tişt di jiyana min de hebûn ku bandora xwe li ser min kirine”, lê navborî eşkere nekir ka ew tişt çi ne.
Rûdaw