Berpirsê ofîsa hevkariya leşkerî li balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, John Bednarek, ragihand ku stratejiya welatê wî ya li dijî DAIŞê ji 3 qonaxan pêk tê.
Roja 10ê Îlonê Serokê Amerîka Barack Obama stratejiya Amerîka de ya ji nav birina rêxistina Dewleta Islamî, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, ragihand û bo mebesta cîbicîkirina wê hevpeymaniyê jî, hevpeymaniyek navdewletî ji 40 welatî hatiye pêkanîn.
Derbarê hûrgiliyên cîbicîkirina stratejiya ji nav birina DAIŞê de, John Bednarek ragihand ku di destpêkê de ew dê zaniyariyên îstixbaratî li ser pêgeh û veşargehên çekdaran kom bike, berdewamiya operasyonê ezmanî li ser pêgehên DAIŞê, di vê barê de jî navborî aşkere kir ku ji niha û şûnde dê operasyon ji aliyê welatên hevpeymaniya li dijî DAIŞê bên encamdan.
Qonaxa sêyem jî dê çêkirina bandorê be li ser alavên gihandinê da rê li pêşiya propegendaya DAIŞê li ser torên civakî were girtin.
Li ser xerciyên şerê li dijî DAIŞê li Iraqê jî, Bednarek ragihand ku, xerciya rojekê ji şer li dijî DAIŞê digihe 7 milyon û 500 hezar dolar, mehane jî xerciya vî şerî digihe 225 milyon an.
Ji aliyek din ve, navborî behsa welatên ku alîkariya leşkerî ji Pêşmergeyên Kurdistanê re dişîne kir û got: “Niha 7–8 welat hene ku alîkariya leşkerîdidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Basnews