Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê şeva borî li rojhilatê Kobanê du çalekiyên bi bandor li dijî terorîstên DAIŞ’ê li darxistin û di encamê de 20 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û otombêlek û doşkayek 23 hatin rûxandin.
Li gor nûçeya Hawarnewsê, şeva borî 20-21/9/2014, şervanên YPG’ê di demjimêrên 23.30’an de li gûndên Eyin elbat, Tilik, Qebecux yê rojhilatê Kobanê 2 çalekiyên bi bandor darxistin. Di wan çalakiyan de 20 çekdarên terorîstên DAIŞ hatin kuştinotombêlek û doşkayek 23’ê hate rûxandin.
Çeteyên DAIŞ’ê wextê bi hewara kuştiyên xwe ve tên şervanên YPG’ê li wan dixin, di encamê de otombêlek hat rûxandin, 6 otombêl derbe xwarin û gelek kuştî birindarê çeteyan çêbûn.
PUKmedia