Dilawerê Zengî
Rewşa gelê kurd ya jeopolîtîkî û dabeşbûna wan, kiriye ku rewşa helbest û toreya Kurdî bi giştî wekî rewşa ramyarî û civakî be.
Temenê toreya Kurdî, ne kêmtirî deh bebilîskan e, ji dema mîretiyan, ji babilîskên navîn, ta bi dawiya babilîska nozdehan ve, xwe dirêj dike. Ev dîroka dûr û dirêj, di çend qûnaxan re derbas dibe.
Gopîtka yekemîn di dema babilîska dehan de, bi serkêşiya helbestvan Baba Tahirê Hemedanî, xwediyê çarînan e. Ev helbestvan xwediyê pîtolî û zanyariya yekîtiya jîwerî (Kozmosî) ye. Bi raman û hizra yarî ya xwe, di Xweda û xweberiyê de dihingavt.
Gopîtka diwemîn di babilîska panzdehan de bi serkêşiya mele Ehmedê Cezîrî ve tê xuya kirin. Ev helbestvanê Kurd yê pêşî bû ku helbesta (xezelî) ya Islamî derbasî toreya Kurdî kiriye û nuhtiye.
Gopîtka siyemîn di bebilîska hevdehan de, di çîroka navdar (Mem û Zîn)a Ehmedê Xanî de, diyar e. Tiştê balkêş, ko di wê demê de, li Ewropayê, ji bo olî û dêrê Kasolîk û Pirotistanî hevdû dikuştin(1). Lê, li Kurdistanê dengê zengilê hişyarî û rizgariya gelê Kurd li ser destê Xanî xweş dihat.
Di babilîska nozdehan de gopîtka kilasîkiyeta nû di berhem û nivîsandinên helbestvan Nalî, Salim, û Mustefa beg de tê nuhtin. Ev kilasîkiya nû ji bo rizgariya neteweyî jî dihat bikaranîn. Nemaze, di navîna dawîn ji babilîska nozdehan de li ser destê helbestvanê mezin Hacî Qadirê Koyî.
Ta bi vê rojê, ev şêwe, di nav helbestvanên Kurdan de tê bikaranîn. Helbestvanin mezin di vê riyê de diyar bûn û navê wan di ezmanê helbesta Kurdî de geş bûn.
Ji şerê cîhanê yê yekemîn ve helbesta nûjen li nik Kurdan dest pê bûye. Li gorî baweriya min, ew jî di çend qûnaxan re derbas dibe:
Qûnaxa yekemîn di nevbera herdû şerên cîhanê de, bi serkêşiya Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Şêx Nûrî şêx Salih û Goran xuya dibe. Ev nuhtin û nûbûn li nik her helbestvanekî ji yê din cidahî heye. Ango li nik hin helbestvanan nuhtin û nûbûn di warê ziman û şikandina benda kêş û bareyê de ye, li nik hinin din, nuhtin û nûbûn di naverok, raman û hûnandinê de ye. Herweha li nik hinin din nuhtin û nûbûn di ziman, naverok, raman û kêşesaziyê de ye. Hêjayî gotinê ye, ko berî herkesî yê helbesta nûjen nivîsandiye Dr. Kamîran Bedirxan e*.
Qûnaxa diwemîn piştî serhildana tevgera Ruwange bi serkêşiya helbestvanê mezin Şêrko Bêkes e.
Manîfestoya Ruwange, ji bo tazekirina helbesta Kurdî hawarek bi serê xwe bû. Mirov dikare bibêje ku ev manîfesto digel nûkirin û azadiya helbestê, nûkirin di ziman, raman, çîrok û nêrînin nû di civatê jî de bû .
Piştî vê tevgerê, qûnaxeke nû, li ser destê çend rewşenbîrên Kurd mîna: (Ferîd Zamdar, Enwer Misyefî, Kerîm Deştî, Dilşad Ebdile, Ferhad Şakilî û Letîf Hilmot……htd) xuya bû. Evan rewşenbîran bi nuhbûn û nûxwaziyê bang kirin.
Di nav Kurdên Sûriyê de dest bi nivîsandina helbesta nû bûye. Kelandinek li ser pêmayên mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan, Dr.Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Cegerxwîn, E. Namî,Osman Sebrî, Ehmedê şêx Salih û Tîrêj heye. Hin xortên nûhatî bi şêweyên nûkirî, dixwazin dest bi hûnandina helbesta kurdî ya nû bikin. Di hin helbestan de çirîska hêviyê dibînim. Lê neyê hevotin ku helbesta nûjen cihê xwe li nav me girtiye û bûye mîna helbesta kilasîk, xwedî dibistaneke serbixwe. Ûşt û sedemên vê yekê pir in. Derd û kulên me jî gelek in. Ev cih ne cihê serseknandina vê yekê ye. Tenê tiştê balkêş ev e: Reh û çav-kaniyên helbestvaniya van kesan, yan ji çevkanîya helbestvanên Ereb, an ji helbestvanên biyanî yê ko helbesta nûjen nivîsandine, werdigrin û riya wan dişopînin. Mexabin, di bin bandûra peyrewî û hevenda vê diyardekê de mane û li ser vê riyê mane. Hin jî hene bi zimanê biyanî (Erebî, Tirkî, û Farisî…td), diramin û bi kurdî dinvisînin. Helbestên wan bê sûde, bê fesal, bê serûber, xav, kerik û bê hawe ne.Giyanekî bê can, balayekî bê per û bask û sirûdekî bê awaz in.
Rast e, merov nikare şîretan li helbestvanan bike. Lê merov wek xwênerekî dikare nerîna xwe di helbestê de bide. Xwendina helbestê ji mirovekî ta bi mirovekî din ne tenê cuda û tê guhertin. Lê belê, xwediyê (afrandekê) helbestê bi xwe, piştî çend xwendinan, tiştin nû jê re xuya dibin. Ev jî ji ber ko (hest) di sînora gotin û şorzaran de nayê bestîn, û ne jî tê hevragirtin. Ji ber ku ziman nikare (hest) di bûyîna wî ya xweberî de jiber bike. Divê têkiliyeke giyanî di navbera xwendevan û helbestê (pirsur û pirsurî)yê de hebe.
Helbest, ne diyaredeke sekinî û bê liv e. Ne jî dîtaniyeke ekadîmî ye. Liv û guhêzeke hundirî di cîhana peyv û gotinan de digere û jiyaneke sermedî ye. Di pêşketin û nûkirina raman, hizir, ziman, huner û civakê de roleke mezin dilîze.
Helbest deryake ji evîna bê dorpêç û sînûr e. Bê rawestandin û miçiqandin, dize û diherike.
* Li kovara (Hawar)ê vegere.