Hekîm Ehmed
“Min dî sipîdê xemilî
Kesk û zer û sor û gulî
Sîngê ji zêran kir gilî
Hatin sema bisk û gulî
Agir te berda vî dilî
Carek xwe berde vî milî
Hewran ji ber rojê hilî
Rûne di nêva pencerê”
* Malikek ji helbesta seydayê Cegerxwîn ya bi vê navnîşanê di dîwana wî ya sêyem de hatiye.
*Dawiya piyalê: Navnîşan ne tenê girêdayî naverokê ye, lê ew kilîta helbestê ye, li ser wê heyama rewş û hestan amade dibe. Dawiya piyalê navnîşaneke dihêle xwêner têbigihêje ku Cegerxwîn di dema çêkirina vê helbestê de pir hestyar bû di dawiya şeveke bê xew de mest bûbû, ev rewş pir lihevhatî ye bi afirandinê re, ji ber wê xwêner pêşbîn dibe ku wê li helbesteke astbilind guhdar bike.
*Min dî sipîdê xemilî: Mîna navnîşanê ev rêz radije tiştê nehatiye gotin (tiştê berî sibehê). Cegerxwîn ji destpêkê ve çavên xwe dide xwêner û wî vexwendî dîtinê dike (min dî) û dûrî piraniya helbestên kurdî yên reşbîn, xwêner dikare bi Eza Cegerxwîn û çavên wî sibeheke bi xeml û ronî bibîne.
*Kesk û zer û sor û gulî: Hestên Seyda bi rengê sipîdê yê sipî têr nebû, ji ber vê rengan dike rêz, dihêle xwêner bipirse: gelo ev reng yên çi ne? Yên xuristê ne? Yên lêv, dêm, por û riwê yarê ne? Yan jî ew rengên netewî ne di hestên afrêner de tevlî evînê bûne? Bêguman ew reng çawa bin, berî her tiştî yên hesta Seyda ne.
*Sîngê ji zêran kir gilî: Reng berdewam dikin (sîng, zêr) lê vê carê tev lêkerekî (kir gilî), ew lêker dihêle liveke kelgerm bikeve hestan piştî rêza borî ya navane ku aramiyek dida hestan.
Di demeke dirêj de yek ji pîvanên çelengiya zeriyan piraniya zêran li gerdenê bû, li vir jî sîng dike gilî ji giranî û piraniya zêran.
*Hatin sema bisk û gulî: Bi beşdariya porê rengê wêneya Cegerxwîn diyartir dibe, tevger û kêf (hatin sema) di mihrecana Seyda de gur dibin,(gulî) jî du caran bi watene têvel bikar hatiye, di rêza diwem de rengek bû, lê di ya çarê de pora hûnandî bû, ev jî şêweyekî afirandinê ye ku mûzîka lihevhatî dide deqê.
*Agir te berda vî dilî: Hîna Cegerxwîn şêwekariya xwe bi dawî nekiriye, ji ber me digo piştî sîng û porê wê rû bê, lê vêketina eşqê ew neçar hişt ku bang bike. Di vê hevokê de bireser berî kirarê hatiye, ev li ba zimanzanan ne şêweyekî resen û gelemper e, lê sedema vê jî pêdiviyeke wateyê ye, ji ber tiştê balkêş û giring (agir) tê pêş çimkî vê kêlîkê ew bêjeya nêzîkî hestên afrêner e.
*Carek xwe berde vî milî: Rasterast Cegerxwîn têkiliyê û nêzîkiyê dixwaze li (vî milî) ango vî alî.
*Hewran ji ber rojê hilî: Kîjan ewr? -Bisk û gulî li pêş çav in?-perde ye li ser pencerê?- ewrên birastî li pêşiya rojê ne? –mija mestbûnê li ser çavên Cegerxwîn e? Yan jî ewreke razber e tê wateya Seyda û yarê ji hev dûr dike û nahêle hev bibînin.
*Rûne di nêva pencerê: Dawiya movikê di helbesta klasîk de, xwêner yan guhdêr dibe asteke hestbilind û ji nişka ve tiştine nediyar diyar dike, li vir wêne tekûz dibe, lêkera fermanî (rûne) radije lave, lavij û xwestekên helbestevan û belkî mebest ji (rûne) rawest e yan aram be (di nêva pencerê), lê wek em zanin pencereyên hin xaniyên berê riya rûniştinê tê de hebû.
*Li dawiyê em ê dîse bipirsin: Gelo Cegerxwîn wê sibehê çi dît? Roj li paş ewran dîtiye weke yareke li paş pencerê, yan yar dît li paş pencerê mîna rojeke li paş ewran?













































