Zahid Mehmûd
Di texmîna min de, di çi mijarê de be, gava tu bi pirsekê dest pê bikî, wê derfeta sûdegirtinê û serkeftina armanca wê gotarê erênî be, lewre ez jî dixwazim bi pirsekê destpê bikim ew jî ev e: Gelo çi kesekî ko hewldide ko pênûsa xwe bikar bîne, raman û hastên xwe biguvêşe berhevokekê bide, çîrokan bide hev yan romanekê bihûne, di heman demê de parastina zimanê xwe yê dayikê û tîpên wê bike erkekî kesayetî, ma ew nivîskar ne ji mafê wî ye ko bi dilekî bê westan berhema xwe çap bike, di derzekê ji derzên dîwarê bêdengiyê û piştguhkirinê re derxe rojeva civaka xwêneran û roniyê bide nerîn û afirandina vê berhemê.
Nivîskar tim mijûl e di mêjî û dilê xwe de bi pirsa: wê ev karê di nav destê min de çap bibe yan na? ev jî dibe barek li ser barê wî yê sereke (afirandin).
Ji alîkî din ve pirseke din wî mijûl dike, ew jî girêdayî pêşwaziya xwêner û rewşenbîran ji berhema wî re ye, erê ev xem bi piranî girêdayî nivîskar e, lê aliyek jê jî girêdayî berg û asta çapê ye û li dawiyê encam û rexne, wê berê xwe bidin nivîskar, di nerîna min de divê xwendevan bi nerîn û helwestên xwe, di rexnekirin û nirxandina berhemê de rola xwe pêk bîne.
Bi vî hawî, em dikarin bêjin ko xema herî mezin di hembêza nivîskar de, derçûna pirtûka wî bi rengekî paqij û pejirandî, wilo nivîskar bi vê pirsgirêkê xemgîn dibe, nemaze ew nivîsandin pêdiviyên wî yên rojane peyda nake.
Li dawiyê, pirsgirêka dimîne li holê nebûna sazî û dezgehên ko vê stûbariyê hilgirin, destê yarmetiyê di çapkirinê de dirêjî nivîskaran bikin û li wan xwedî derkevin wek erkekî netewî, nemaze nifşên nûhatî yên dilê xwe ji çand û zimanê xwe re vekirine, da em nemînin heyranê partîtiyê, lê belê bibin hezkiriyê peyva kurdîtiyê û em li hev xwedî derkevin.