Amed – Serokê Giştî yê Hak-Parê Kemal Burkay derbarê dibistanên Kurdî yên li bajarên Amedê, Şirnex û Colemêrgê hatin vekirin got: Vekirina dibistanên Kurdî mafê Kurdan yê serekê ye.
Burkay ragihand ku ew piştgiriyê dide dibistanên kurdî yên bi rêya DBPê li navçeya Cizîrê ya Şirnex, navçeyê Gever a Colemêrgê û Amedê hatine vekirin.
Burkay got: Hikûmet bi mohrkirina wan dibistana şaşitiyê dike, divê pêşiye li ber vekirina dibistanên Kurdî veke.
Burkay diyar kir ku,dewlet hem erka xwe ya mafê Kurdan yê perwerdeya zimanê dayîkê nake û hem jî rê li ber Kurdan digire, piştî muhrkirina dibistana xirakirina wan jî dest pê kir, em vê rewşê rast nabinin, perwerdeya zimanê dayîkê mafê Kurdan e û xirakirna dibistanan jî ne rast e.”
Xenedan