Du rêxistinên ji Efrîqaya Başûr serdana Herêma Kurdistanê kirin û alîkarî pêşkêşî derbiderên Şingalê kirin.
Rêxistina Global Releaf û Wolf Shoud, du rêxistinên Efrîqaya Başûrin ku di warê alîkariyên mirovî de çalakin, serdana Bakurê Kurdistanê kirin û ji wê de berê xwe dan Herêma Kurdistanê.
Lofe Scomment, ku serokê rêxistina Global releaf e ji bajarê Helebce di daxuyaniyekê de bo dezgehên medyayî ragihand ku, ew gellek dilxweşin ku serdana Kurdistanê kirine.
Navborî balkişande ser karesata Helebce û got, dema ku ew karesat çêbûyî ew gellek giriyan, lê ew niha kêfxweşin ku serdana wî bajarî kirine û me alîkarî anîne Herêma Kurdistanê.
Scomment amaje bi alîkariyên ku pêşkêşî derbiderên Şingalê kirine kir û diyar kir ku, wan kelûpelên xwarinê bo 200 malbatên derbider ligel xwe anîne, herwiha 1 hezar kon pêşkêşî koçberên Şingalê li navçeya Şirnaxê li Bakurd Kurdistanê kirine.
Basnews