Petat hem jibo mirovan hem jî jibo heywanan xureyek (qût) pir bikêr e. Derman jî jê tên çêkirin. Petat ji alîyê qaşilê ve rengsor an jî zer e. Ji alîyê patinê de jî hinek zû dikelin û ji hev belav dibin (arvanî ne) û hinek jî belav nabin. Hinek jî di navbera herdûyan de nin. Yên ji hev belav nabin bi qîmettir in. Ji alîyê goştê nava xwe de jî spî û zer in. Yên zer bi qîmettir in.
Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû dibê: “Kesên şekirê wan yê xwînê dadikeve bila Petatek kelandî bixwin, li hember Hîpoglismîyê çareserîyek bêqisûr e. Heke di naverojê de pir caran xwîna şekirê we bikeve, spêdê bi xwarina Petatek kelandî dest bi roja xwe bikin”.
Li gor lêkolînên Leatherheat Food Înternatîonal a Ingilîztanê, Dr Raechel Bruch dibê:”Xursend (zerzewad) ên bi nîşaste (nişadir), dema zêde bên sorkirin madeya kîmyevî ya xisardar Akrîlamît jê çêdibe. Ew madeya xisardar di xwerista (tebîeta) Petatê de heye. Ji boy ku ew madeya Akrîlamît dernekeve, divê Petat di 120 derecan berjortir de neyê sorkirin”.
Kêrhatî:
Jibo nexweşîyên şêkir bikêr e.
Brîn, kul, pirzik û êşên aşik û rûvikên diwanzde pêçî (tilî) dikewîne.
Peçivînên (werimîn) mêlakê dadixîne.
Ji ketina kurmikên nava rûvikan re dibe alikar û ji hişkbûna rehan re bi fayde ye.
Herikîna sefrayê hêsan dike, jibo tekîyan û kerbûnên çerm başe.
Êşên memikên bawesîrê, şewitînan (sotinan) û qûnêrên xwînê radike .
Xwînê paqij dike.
Pêşîya nexwşîya Skorbûtê digire.
Şekirê xwînê dadixe û li hember penceşêrê diparêze.
Pelûka Petatê: Petatan biperçiqînin an jî rende bikin û deynin ser brîn, peçivîn, êş û sotinîyên kabokan, ser milan, stuh, pişt, û hwd. û girêdin.
Xenedan