Serokwezîrê hikûmeta Herêma Scotland û Serokê Partiya Neteweyî ya Scotlandê Alex Salmond destnîşan kir ku qedera welatê Scotlandê di destê hilbijêran de ye û got: ‘Qedera Scotlandê di destê me de ye.’
Li Scotlandê dê sibê referandûma serxwebûnê were kirin. Serokwezîrê hikûmeta Herêma Scotland û Serokê Partiya Neteweyî ya Scotlandê Alex Salmond name ji hilbijêran re şand û ji gelê Scotlandê xwest ku di referandûmê de bêjin ‘erê.’
Salmond ragehand ku qedera welatê Scotlandê di destê hilbijêran de ye û wiha axifî: ‘Qedera Scotlandê di destê me de ye.’
Sibê li Scotlandê hilbijêrên ku ji 16 salî mezintir in, ji bo pirsa ‘Hûn dixwazin Scotland bibe welatekî serbixwe?’ dê deng bidin. Bi texmînî dê 4 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan. Dengdan sibe bi saeta herêmî di 07.00an dest pê dike û di saet 22.00ande diqede. Encam dibe ku roja înê eşkere bibe
basnews