Xwediyê Restauranta Lasan li Berlînê dest bi kampanyayeka dana xwarinê kiriye ji bo serxwebûna Kurdistanê.
Xwediyê Restauranta Lasan Cemşîd ku xelkê bajarê Silêmaniyê ye dema 6 sala ye xwaringeheke Kurdî li taxa (Kreuzberg) a Berlînê vekiriye, xwarin û vexwarin û xizmeta Kurdî pêşkêşî geştyar û xelkê Berlînê dike. Ev dema 3 meha ye dest bi kampanya serwxebûnê kiriye, bi awayekî ku heta niha kesî ew fikir nekiriye.
Derbarê kampanya xwe de Cemşîd ji BasNewsê re got: ‘‘Mebesta min ji vê kampanyê ew e ku Kurd di vê serdemê de zêdetir bên pêş di nav cîhanê de, êdî her bi çi awayekî be, ne merc e ku mirov tenê bi rêya siyasetê gelê xwe bide naskirin, gelek alî hene ku girîng in ku bi zutrîn dem û baştrîn rê Kurdan bide naskirin, weke babetên çandî û mûzîk û tama xwarinên Kurdî, ya min jî ew bo ku ez dikarim bi rêya tama xwarina Kurdî gelê xwe bidim naskirin.’‘
Cemşîd wiha axifî: ‘‘Şiyana min ew bû ku ez bi rêya tama xwarinên Kurdî bala xelkê bikşînim ser doza rewa ya gelê xwe, min jî dest bi belavkirina xwarinbexşînê (Gutschein) kir bo xwendekarên Kurd ên ji Kurdistanê hatin li vir dixwînin, kesayetî, xwendekar, akademîsyen û dostên nêzîk ên gelê Kurd ku baweriya wan bi doza rewa a gelê me heye û piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin.’‘
Liser pirseka BasNewsê ka ew çawa wan kartên xwarinbexşînê dighîne kesên mebest, Cemşîd wiha bersiv da: ‘‘Me bi rêya sazî û komele û kesayetiyên Kurd û dostên nêzîk ew kart belav kirin daku bighin kesên mebest.’‘
Cemşîd xwest wê yekê jî rast bike ku hine kes û alî dibêjin destkek li pişt vê kampanyayê heye û wiha pêde çû: ‘‘Bi hîç rengekî kes li pişt nîne, evna fikr û biryara min e, baweriya min e ya bi dewletbûna Kurdistanê, ev kar jî ne kêmî karê siyasetmedaran e.’‘ Di dawiyê de Cemşîd bi rêya BasNewsê hêvî kir ku di demeke nêzîk de armanca gelê Kurd were cî ku serxwebûna Kurdistanê ye.
Hêjayê gotinê ye nanpêjiyeke xwediyê Restauranta Lasan jî heye û rojane nanê Kurdî dixe bazara Berlîn û derdora wê, li restaurant û nanpêjiyê hemû karkerên wî Kurd in, li restaurantê jî mûzîka resen a Kurdî tê guhdarî kirin, wêneyên daleqandî jî bala geştyaran dikşînin ku li ser kultur û dîmenên cwan ên Kurdistanê ne.
basnews