Çekdarên DAİŞê vê sibê Keleha Tikrît ku wek Keleha Selahedîn Eyûbî tê naskirin li parêzgeha Selahedîn teqand, ku yek ji şûnwarên girîng ên İraqê ye.
Keleha Tikrît wek yek ji şûnwarên herî diyar ên İraqê tê hesab kirin, ji ber ku serkirdeyê Kurd ê artêşa Îslamî Selahedîn Eyûbî (1138-1193 zayînî) di şerê dijî xaçperastan de karî Qudis, Filistîn, Sûriye û Misrê bixe jêr kontrola xwe.
Ligel hatina çekdarên DAİŞê bo nav İraqê û kontrolkirina çend parêzgehên Suneyan, çendîn cihên kulturî, şûnwar û perestgehên olî teqandin, ji wan gora Yunis, Şît Pêxember li Mûsilê, mezargeha Baba Yadgar ê Kakeyiyan û çendîn perestgehên Êzdî û Mesîhiyan. Evna jî bû sedema reaksyoneke dijwar.
BasNews