Eger stratejiya Obama bi serneket emê hêzên bejahî rêkin
Serfermandarê hêzên hevbeş ê artêşa Emerîka general Martin Dempsey da xuya kirin ku eger stratejiya Obama li dijî rêxistina terorê DAIŞ bi sernekeve ew`ê ji kongirêsa Emerîka re pend danê û bêje divê hêzên bejahî ber ve Êraqê ve bêne rêkirin.
Dempsey îro sêşemê 16 / 9 / 2014`e li pêşberî komîta xizmetên leşkerî ya ser bi encumena Rûspiyan ve ye: Da xuya kirin ku rêwijkarên leşkerî yên Emerîka yên niha Êraqê ne bitenê di warê planên leşkerî de û pêşkêşkirina xizmetên locistîk de yarmetiyê didin hêzên Êraqê, her wiha xebatên hevbendiya navnetewî ya li dijî rêxistinê avabûye kordîne dikin.
Dempesy wekî din got: Lêdanên esmanî bi ser rêxistina terorê de li Sûriyê dê bi tenê ne ji bo tirsandinê bi, lê wê bi ser hev de bin û berdewam bin.
PUKmedia / Ajans